Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
WEB HOSTING
Gotina Êzî çîye? û Êzîd çîye? Gotina Êzî bi mahna Êzîd li herêma Wêransarê tê gotin. jiber dijberîya misilmanê li herêmê suna gotina Êzîd (Êzîdê sor) Êzî hatîya bikaranîn weke gotina "em êzîne"û bi vê jî hatî hewldan ku nerazîbuna misilmanê herêmê di hember civaka Êzîdî û gotina Êzîdatîyê 'Êzîd' de, bê kêm kirin...!
Link
www.ezidi.com
www.bexsi.de
www.kiwex.com
www.lalish.de
AZADÎYAWELAT
GÜNDEM

NIVÎSÊN Bexşî GÜNAY

Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele

Êdî bese.. .

Di van rojande tistê herî ku bala min dikisîne, leyiskê liser civaka Êzîdî ne. Ev jî mirov karê bêjê ku, civaka Êzîdî van lestika û çewtîya weke qedera xwe dibîne. Lê divê bas bêye zanîn ku, leyistik, çewtî û dirutîyê ku tên kirin, nabê qeder ji ti civakêre. Divê ku her gelek anji civakek biryara qadera xwe bi xwe bide.


Lê belê berî her tistî ew gel an civak devê ku bi hêrz bê, ev hêrza mezin tenê bi tevgerek zanyarî û tifaqek dibin revebirîya soresgerande çêdibe. lê mixabin dinava civaka Êzîdî de behtir ji soresgera, soresrev hene. Ev jî xemgînîyek mezin didê, xerxwazê ola Êzîdatîye.

Gava mirov li dîroka Êzîdîya dinere, xwîna mirova dicemire û tenê mirov karê serê xwe bihejîne. Jiber ku tistê hatî serê Êzîdîya mirov karê bêjê tenê li welatekî bê xwedê ev tist karin bên serê mirova.

Ji alîyê dinve dibêjin çêbuna beserîyetê li Mezopotamya ye. Mirov karê bêjê, ku çebun û pêsketina beseryetê li mezopotamya ya, lê çi wahsîyet û hovîtîya heye jî, bi serê xwedî erdê Mezopotamya de hatîye. Dinav xwedî erdê Mezopotamya da ên ku behtir rastî zilm û zorîye hatina jî civaka Êzîdîye.

Ve zordarîya liser Êzîdîya, ji dema Asura dest pêkir û di dema islamiyetê de gîhîst had sahfê. Lê talan û wêran kirina warê Êzîdîya û bi sedhazara ketil kirina mirovê Êzîdî, ji 639 p.z. bi derketine îslamîyetê dest pêkir û dibin navê îslamîyetê bi sedan fermanê bi xwîn li Êzîdîya hatin rakirin.

Gava ku sefera îslamîyetê di 640 p.z. hate Mezopotamya e, hikimdarîya Sesanîya li herêmê hebu û Serhikimdar jî Êzîd Kralê III bu. Bi dagirkirina Mezopotamya ji alîyê artêsa islamiyetê ve, talankirin, wêrankirin û çi tistê nebas heye ji alîyê artêsa islamîyetê ve biserê Êzîdîya hat kirin.

Pistî ku kismekî ji hesîrê Êzîdîya îslamiyet kabul kirin, êdî ewan rêberî ji erebar kirin û êrîs birin ser asîrê Êzîdîya ên jiber fermanan, xwe kisandibun çîya. Ligorî hina 72 ferman û ligorî hina jî 1072 ferman li Êzîdîya hatin rakirin.

Lê mixabin jiber ku dîrok ticara ji alîyên ê ku zilm û zorî dîtiyinave nehatî nivîsandin, di dîroka Mezopotamya de jî, gelek ji van fermana weke ku Êzîdîya heq kiribu hatîye nivîsandin an jî nehatîya nivîsandin.

(Di derheqa dîraka Ezîdîya de, di dema pêsde ezê hewl bidim ku bi awayekî bervireh We Xwendevanên hêja agahdar bikim.)

Ligorî bahwerîya min, jîyana ku îro Êzîdî, têdene fermaneke bê xwîne, lê ya heri mezina.

Çima?


Ez bahwerim hun xwendevanê hêja jî di farqa, van leystikê ku niha liser Êzîdîya tên leyistandin dene.

Xemgînîya herîmezin jî eve ku, ên ku van leystika liserê Êzîdîya kin, bi xwe jî, ji civaka Êzîdîne. (ji hindikayî ve, dinava civakê de weke Êzîdî tên zanîn). Gotina min ji wanra, qaso xwazin xwedî li Êzîdîya derkevin, lê di rastîyêde ne wihaye; daxwaza wan ya herî mezin ewe, wê çawa karibin hîn behtir Êzîdîya ji bo mavê xweyî sexsî bikar bînin.
Evê jî em dikarin, di vekirina "digotinêde"malên ji bo Êzîdîya de, anjî di saxsîyete hinek mirovade bibînin.

Ev malê ku ji bo Êzîdîya hatina vekirin, di haqîqataxweda tenê ji bo malbata hatîya vekirin. Jiber ku revebirîya van mala tenê ji alîyên malbatekê an jî çend malbata ve, tên bireve birin.
Ev gotin ne tenê ji bo Êzîdîyên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn herwiha ji bo Êzîdîyê Basurêrojava, Basurêmezin û Êzîdîyê li Sowyeta berê dijîn jî derbas dibin.

ev malbat anjî kes bi vejî nakin, bin asteng ji tifaq û herzek yekbuwî ya Êzîdîya re....

Gava mirov bixwazê rastîyê bibînê, çi leyîstik liser civaka Êzîdî tê leyîstandin mirov wê pir bas bibîne. Diserîde jî, partîyên Kurdistanî dirutîyê dikin û xwe wek xerxwazê Êzîdîya din xweya kirin, lê di haqîqatê de dijminê koka ola Êzîdatîyê ne, wek bav û kalê xwe.
Ev yek jî pir bas, di hilbijartinê Íraqê de hate xwuya kirin.

Gelek ser biçuk û zik mezinê Êzîdîya wê bêjin, "gunehê partîyên Kurdistanî çîye" tistê herî balkês, herêmê ku Êzîdî lê dijîn, di Îraqê de herêmê ji ser û pevçunê her î durin. Ya din jî gundekî erebe li herêma Singalê heye jêre dibêjin Abu Xesab, serokê gund jî Medlul Midlig e.

Di dema Sedam Huseyin Jî de, ev gundê ereba weke gundekî nezîkî Sedam dihat naskirin. Ji vî gundîre 9 hezar pisulê denga hate sandin. Lê herêmê Êzîdîya ku weke Sengal 74 hezar û herêma Sinunê 12 hezar tevda 86 hezar mirova ku jibona dengdane navê xwe nivîsîbun 9 hezar pisulê dengdanê hatin sandin.

Ji Herêma Sêxan, Bahadir, Basîk û Bazan, re pisuleyê denga nehatin sandin. Biqasî 560 hezar dengê Êzîdîya tine hat hasibandin.
Gava mirov tevahîya Îraqê hesab bikê, ligorî daxwîyanîya komisyona hilbijartinê bikasî 8,5 milyon hemwelatîyê Îraqê tevlî hilbejartina bun.

Hijmara Êzîdîya di tevahîya Îraqê de biqasî 1,5 milyon e, Êzîdî dijîn û jivan biqasî 560 hezar jî xwedî mafê hilbijartinê ne. gava mirov li prosenta bahr bike dengê Êzîdîya ji % 6,6 prosenta heye.

Ev jî tê mahneya ku Êzîdîya wê bi dehan parlemen bisandina meclisa Îraqê. Lê mixabin di Îraqê de caraka din eskere bu, ku biratîya me ya derewaye. Liser axa pîroz rewsa Êzîdîya wihaye, ev rastîyeke ku liber çavê meye. Tenê kor dikarin nebînin...!!!

Ez rastî dibêjim, ez gelekî dexisim cihu e. Dexisandina min jî, ja tifaq û girêdana wan ya bi qawmîyata wanre ye.
Cihu ya gava welatê xwe azad kirin, hizmara wan kêmtir ji milyonekê bu. Pistî ku welatê xwe azad kirin, revebirîya îsrailê bang li cihu ê cihanê kir û gotin, îsrail welatê hemu cihuya ye, û wexwanden welatê azad.

Rastîyek din ya Cihu e, hebu ew jî Koçberê cihu yên ku li welatê biyanî dijîyan, alîkarîyek herî mezin ya aborî, ji serê serxwebun û Azadîya welatê xwere kirin.
Lê mixabin mirov nikarê vê yekê ji bo civaka Êzîdîya bêjê.

Êzîdîyê ku ji welatê xwe koçber buna û bi awayekî mihacirî li welatê biyanî dijîn, ji bedêla tifaqa xwe xwurt bikin dest bi dijminatîya hev dikin û ji bedêla qewimperestîyê jî, hevdu xapandin kirina karê xwe.
Kesên wiha çiqas hindik jî bin tesîra wan bi awayekî negetîv liser civaka Êzîdî heye.

Ji derveyî welat bi teybetî li Elmanya, ev kes an jî ev malbat, karê wan eve ku bê tifaqîyê bikin nav Êzîdîya û wan mecburî xwe bikin.
Ev malbat anjî sexs, di rastîyêde hatina wan tenê dikare, têra derbas kirina mehê bikê, lê pistî vekirina van mala, mirov dibîne ku, buwine xwedi mal, tirimbêlê biha û li welatê bîyanî bi sedhazara mal û Erd kirîna.

Tistê ku herî min ditêsîne, ev kesen ku pere kirine KEBA xwe, kesen ku bi dilpakijî û dilsozî karê xwe dikin, nêta wan însanê bas ji bo mafê xweyî sexsî xerab bi kar tînin.
Ji alîyê dinve jî, evqa xapandin û sextekarî bi awayekî vekirî liber çavên wan tê kirin, dîsa jî nabînin anjî naxwazin bibînin. Bi vê jî nakin, van sexsê sextekar diparêzin.

Hevîya min ewe ku ev mirovên bi dil û can ji bo ola xwe xebatê dikin, wê dev ji havalbendîya va diru û sextekare berdin û haqîqatê ji civaka Êzîdî re bêjin.

Gotina ku ez ji van kesên ku havalbendîya wan dikin re bejim; çavê xwe vekin, hun ne korin, we tenê çavê xwe girtîye. çavê xwe vekin û bêjin Êdî bes.. û destê van diru e, ji kurika xwe derxînin.
Hisê xwe bînin serê xwe û ne bêjin "min ne dit û min ne bihîst". ji xwe vê yekê mala Êzîdîya xerakirîye. Raste eger tu çavê xwe bigrê û guhê xwe jî tije bikê, tu ne dibîne û nejî dibihîze..!

Gelek kes dibejin ku civaka Êzîdîya bê perwerdeye û vê jî, weke sasîya sîstema liser wan dinirxînin. Û jiber ku welatê wan bindeste, pêsîyê xwe sucdar dikin.

Mirov karê heta bi deverkê bêjê raste. Lê gava mirov bixwaze rastîyê bibîne û li dîrokê sunde binere, tistekî balkês derdikeve holê.

Çê dibe ku pêsîyê Êzîdîya, di serhildanade ti serkevtinê bas bi dest ne xistina, lê belê, ji bo ku di pêserojêde nevîyên wan jî, weka wan di serhildanê xwede têk neçin, gotinên hisyar kirinê histine. Ev gotin ne tenê ji bo hisyar kirin, her wiha her gotinekî weke, derseke Zaningehêye mirov di karî xwe bi van gotinan perwerde bike.
Ka werin em tevde bi nerin, bê pêsîyê Êzîdîya çi gotine.

Ligorî bahwerîya min her gotinekî pêsîya, rêberîya serkevtinê dike.

Divêderêde ez xwazin gotina pêshîya "bela darê ne ji nava darêbê, re lê nabê"(eger dar nebê destî, ji bivir re, bi bivir tenê mirov nikarî tistekî bike)
Ji bo na civaka Êzîdî, ev gotinek di cih deye, eger ku ne ji xîyaneta nava Êzîdîya buwa, ewê îro ne di vê merhela xirab debuna û wê ne wek mihacira li welatê xelkê bê cih û bê war bune. û bi vêrejî wê ne bê tifaq û herz buna.

Dive civaka Êzîdî vê rastîyê bibîne û li çareserîyekê bigere.
Pêwistîya civaka Êzîdîya bi awayekî awerte, bi soresgerên Êzîdî heye. Min di destpêka nivîsa xwede bal kisandibu ser Soresgeran.

Ligorî bahwerîya min ên ku vê pirsgirekê çareser bikin jî Ciwanên Êzîdîne.
Divê ciwanên Êzîdî destê xwe deynin ser ujdanê xwe û bas bifikirin û dîroka gelan û civaka derdor diber çavê xwere derbas bikin.

Gava mirov bixwaze rastîyê bêjê, di xelasîya hemu gelan anjî civakade, ciwanê wan rolek mezin leyîstine û heta mirov dikare bêjê ku herza herî mezin, ji ciwane pek hatîye.

Gelo çima ciwanê Êzîdî, ji bo hemu partîyê Kurdistanî bi can û malê xwe xebatê dikin lê çima jibona ola xwe nakin? Ez jî vê pirsê ji ciwanê Êzîdî dikim.
Min ev pirsa xwe ji malbatên Êzîdî jî pirsî. Bersiva wan ev bu.

"Sêwirmendî, Alîkarîya aborî û sexsî kême? Deste me li pista wane. Keremkin bikin em bi werene, peseroj ya weye. Mehêlin kesên din ji bo pêseroja we biryare bidin". Bersiveke di cide, min ji malbata girt. ka ciwan çi dibêjin?

Lê berî hertistî, dive bahwerîya ciwanê Êzîdî, bi wan bê. û gotina pêsîya"çavê li derîya xwelî li sêrîya) bas fahm bikin. ya herî mihum,divê ku bi civaka xwera rastbin, qedrê civaka xwe behtir ji sexsê xwe û malbata xwe bigrin. Wê demê Serkevtin wê ya wan bê.
Gotina min ku pêwistîya civaka Êzîdî bi soreshgerê Êzîdî heye eve.
Di welatê mede, kesên ku jîyana xwe fedayî gelê xwe anjî qawmê xwe dikir, ji van kesanre di gotin soreshger. Jiber vê yekê ez dibêjim pewistîye Êzîdîya bi soresgerên Êzîdî heye.

Çima Soresger?

Divirde çêdibe ku hin ji mirovên me min rexne bikin, lê ez bahwerim gava ku bas bifkirin ewên min fahm bikin û wê maf bidin min. Tenê gotinek min ji wan kesare heye, civak ketî ava bê kam pêwistî bi sobekere heye, eger ku em bixwazin civaka xwe ji ava bê kam xelas kin. Dive sobekerê me hebin. Ew jî Soresgerin….!!!

Dil nesewitê Çav hestira nake…!

Divirde ez xwazim disa gotineke pêsîya bînim bîra we"ku dil nesewitê çav hêstira nakê" di vê pêvajoya nude, ku pêseroja Êzîdîya ne dîyar û leyîstikê liser civaka Êzîdî zêdetir bune , ez weke mirovekî ji civaka Êzîdî, nikarim bê deng bimînim.

Eger ku ez bê deng bimînim ew kesên ku bahwerîya xwe bi min tînin, gelo wê çi jimira bêjin ew bahwerîya wan, ew dilpakijîya wan, ew roja hêvîya di dilê wande liber derketinê wê çava bibe. jiber vê yekê ez nikarim bê deng bimînim.

Ezê binivîsim û heta dengê min derkeve bi qîrim ez hevîdarim ku civaka Êzîdî wê dengê min bibhîzê, bi xwe bihisihê û pêsîyê li herikandina va çewtîya bigrin.

Disa ezê gotinek pêshîya bînim bîra we"pez bê sivan bê, an gurê bikujin anjî dizê bibin"

Lê gava civak bê serok û tifaq bê, an wê ji hebuna xwe durkevin, an jî wê bi hevkevin û hevdi xerabikin.(wê bibin leyistika civakên din)

Tistekî din ê heri balkês, gotîna pêsîya ku dibêjin"serpêhatî ji hekîmê lukman çêtire".
Eger Êzîdî ev gotinê bav û kalê xwe bash fahm bikirne ewê îro ne dî vê merhelê debuna.
Jiber ku civaka Êzîdî ticara serpêhatîyê xwe sîrove nekirne û tu derz jê dernexistine.

Jiber vê yekê ev gotina Pêsîyen Êzîdîya ji alîyê civaka Êzîdî ve kat nehatîye fahm kirin.
Û ticare dost û dijminê xwe jihev nas nekirne. Ev jî bê sebeba ku dinava civaka Êzîdî de, bê hizurtî, bê bahwerî û bê tifaqî çêbibe.

Ez vê kêmasîyê ne tenê ya civaka Êzîdî dibînim, bi qasî civakê hilimdar, rêber û zanê civaka Êzîdî jî gunahkarin.


Sasîyên ku di dema bihurîde çêbune, mirov nikarê rast bikê, lê mirov dikare ku ji wan sasîtîya derzê bigrê û ji bo pêserojê serkeftinê bas bi dest bixe.

Lê berî hertistî dive mirov lixwe mikur bê û bêjê min li vêderê sasî kir. Gava mirov lixwe mikur neyê ewê nikaribe ji bo pêserojê tistekî bas bike.

Ez xwazim di virde caraka din gotinek pêsîye bînim bîra we, ev jî bi teybetî, ji bo Hilimdar, Rewsembîr û Zanên Êzîdîya ye "ê ku te bigrînê dostê teye, ne ê ku te bikenînê" gava mirov vê gotinê sîrove bikê, mirov dikarê bêjê ku ji rewsa ku niha civaka Êzîdî têdene, hilimdar, rewsembîr û zane civakê gunahkarê herî mezinin.

Jiber ku hilimdar, rewsembîr û zaneyên Êzîdîya, di ti, cejn, sîn, dawet û pîrozbahîyade pirsgirêkên civakê nekirine rojeva xwe û di vê derheqêde civak hisyar nekirina. Bi zimanê din, civak ne girîyandine, her tim kenandina.

Civaka Êzîdî li sazîyê xwe xwedî dernakeve û ji berpirsîyare hesab napirse..!

Weke ku tê zanîn ev bi salaye liser navê Êzîdîya sazî tên saz kirin, em karin bêjin ku bi sedhezara mark anjî euro ji nav Êzîdîya hatin kom kirin. Lê di aslê xwede ev sazî çiqasî Êzîdîne kesekî serê xwe liser ne êsandîye.

ji bedêla ku hesab ji berpirsiyarê van sazîya bikin, bêyî ku tistekî bêjin xwe ji sazîyê xwe dur kirin.
Ji alîyê din malbata sazî liser navê Êzîdîya vekirin û bi sedhezara mark anjî euro ji nav Êzîdîya kom kirin. Weke formalitekê malek binavê mala Êzîdîya çêkirin. ji alîyê din ve jî kefî sefa xwe bi alîkarîya jinav Êzîdîya hati komkirin, kirin. Kesekî ji civaka Êzîdî, hesab bi wan re neda dîtin.

Xemgînîya herî mezin, ewê gotina min jiwanre ku bêjin em Mala Êzîdîya ne, ji bo zewacek du ciwanê Êzîdî, anjî ji bo navê zerokekê hevok nivîs 150 Euro´yi distîne, bivê jî nakin, ji bo pîrozbahîyên olî ku di Mala ku bi alîkarîya Êzîdîya hatî çêkirin, 25 euro´ya distînin, dîsa jî kesek dengê xwe nake.

Acêba mezin jî, hinek ji van sazîya dixwazin civaia Êzîdî bikin Kurd,lê deng ji ciwakê nayê, nebêjin" ma Êzîdîyê arab, acem anjî tirk hene?" hin jiwan dixwazin bikin Elman. hin jî dixwazin bikin arab, lê mixabin deng ji civaka Êzîdîya dernakevê.

Ji bedêla ku li hember rabin û rê nedin van bê tifaqîya, xwe kisandina malê xwe û bê deng mane. dibêjin"marê bi min venedê bila hezar salî bijî" gava ku tu û mar di yek cihîdebin, ev pê nevedan ji bo demeke kin e. Jiber ku kengibê, wê mar careka din li te vegerê.
Pêvajoya niha jî, ji bo civaka Êzîdîya wihaye, parastina malbatî ji bo demekê ye.

Eger tu bixwazî malbata xwe bi awayekê hendem biparêzê, divê ku di civaka xwe bi parêzê. parastina civakê, parastina malbatê hemdemîye.

Werin Êzîdîno tev bibin yek, ji bo Serfedînê me bibin gelek…….!!!!