Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
WEB HOSTING
Gotina Êzî çîye? û Êzîd çîye? Gotina Êzî bi mahna Êzîd li herêma Wêransarê tê gotin. jiber dijberîya misilmanê li herêmê suna gotina Êzîd (Êzîdê sor) Êzî hatîya bikaranîn weke gotina "em êzîne"û bi vê jî hatî hewldan ku nerazîbuna misilmanê herêmê di hember civaka Êzîdî û gotina Êzîdatîyê 'Êzîd' de, bê kêm kirin...!
Link
www.ezidi.com
www.bexsi.de
www.kiwex.com
www.lalish.de
AZADÎYAWELAT
GÜNDEM

NIVÎSÊN Bexşî GÜNAY

Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele

Bê tehamulîya rêvebirîya FKÊ di hember malên Êzîdîya de

 

Xwendevanên hêja, nivîsa min îro liser di gotinêde rêvebirîya Federasîyona Komelên Êzîdîya (FKÊ) ye.

Ez bahwerim gelek ji we xwendevanê hêja wê bêjin "ev kina? ma hene? Raste xwendevanên hêja ti fonksîyona FKÊ di nav civaka Êzîdîde nine. Lê belê ew bixwe ji xwere dibin buk û zavê. Lê rastîyek din heye "mês biçuke lê mîdê lihev dixê" armanca rêvebirîya FKÊ ewe ku ji bo malên Êzîdîya di kar û xebatên xwede biser nekevin tistê ku ji destê wan tê dikin. Bê tehamulîya wan ya herî dawî li hember Malên Êzîdîyan, liser nuçên ku di derbarên kar û xebatên Malên Êzîdîyan de, tên wesandin derket berçave.

Jiber ku ez nuça di derbarên Malên Êzîdîya de di nivîsim, ne xwestin ku ez nuçê wan binivîsim. Tistê ku min herî xemgîn dike, tevî vê dijmatîya rêvebirîya FKÊ di hember malên Êzîdîya de, FKÊ, di rojname û Televizîynê Kurdistanî´de xwe weke serokê hemu komelên Êzîdîya didin xwîya kirin û liser navên hemu malên Êzîdîya daxwîyanîya dide.

Xwendevanên hêja, ez xwazim tistekî din bînim ziman. bi nivîsandina nuçeyên diderbarên malên Êzîdîya de, ti qazanca mina maddi tuneye. Bêyî ku ez tu menfahatê sexsî bidim berçavê xwe ez carna biqasî 300 KM rê diçim û nuça di derbarên kar û xebatên malên Êzîdîya de dinivîsim. Bi nivîsandina nuçeya di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîya de, ez hevkarîya xwe bi van malan re didim xwîya kirin. Di xebata xwe rojnamevanîyêde ez ti cudatîyê nakim navbera tu sazîyên Êzîdîya. Heger sazî min di derbarê kar û xebatên xwede agahdar bikin. Ez hewl didim ku raya gistî di derbarê kar û xebatên wande agahdar bikim.

Ev tenê ne nerîna mine, ev di heman demêde zagona ku nebê nabê ya rojnama ku ez têde nuça dinivîsim, Rojnama Yenî Özgür Politika ya nûçêgihanîya bê alî û objektife.

Gelo ma qey raste civaka Êzîdî tifaqek wiha na xwaze ku 13 malên Êzîdîya dibin sîwanekê de bên cemhev? Ez di gelek axaftinê xwede dibêjim ku cihê Êzîdîya wê ligorî tifaqa wan, dinav rêvebirîya Kurdistanê de hebê.

Di nav guhera gurande, kerîyê pezekî bê sivan wê nikaribê jîyana xwe berdewam bikê!

Xwendevanê hêja min berî 3 sala nivîsek bi navê "pez bê sivanbê, se jî bibê gur" û di sala buhirîde nivîsek bi navê "edî bese" nivîsîbu. Û bi teybetî nivîsa min bi navê "edî bese" ji alîyê xwedevana vê alaqeyek mezin dît. Evjî di hatina e-Maila´da hat fahm kirin.

Di van herdu nivîsê xwede min balkisandibu ser wan kesê ku di gotinêde rêbertîya Êzîdîya dikin.

Gotinek pêsîya din" ziman hevalê xwedîya" ev kes dinav civaka Êzîdî de pesnê kar û xebatên xwe dikin û têkçunê xwe weke serkeftinê didin xwîya kirin. Lê belê ji bo ku em karibin van kesa bas nasbikin, ka werin em bihevre rêwîtîyekê bi sunda bikin.

Di nîvê salên 90´de sazîyek Êzîdîya bi navê YÊK´ê hate avakirin. Ev di nav civaka Êzîdîde weke gavek dîrokî hate dîtin û civaka Êzîdîya bi dil û can pishtgirîya vê sazîyê kir. Di tevahîya Elmanya´de zêdetirî 10 malê Êzîdîya hatin vekirin û zêdetirî 20 hezar endamê wan çebun.

Lê mixabin ew kesên ku di gotinêde serokatî ji vê Sazîyêre kirin bun weke kulmîroyê û bi vê sazîyê hetin. Di destpêka salên 2000´ deö ji hut hestî û çerm histin û civaka Êzîdî ji netewa wan dilsar kirin.

evan kesa suna ku serê xwe biguherandina navê sazîyê guhertibin ( YÊK,FÊK û FKÊ ) û bi vê yekê jî sazbuna Êzîdîya dinav welatekî pêsketîde xwe berjêr berda. Bi mîsala "girt bi sîrî bernadê bi pîrî" û bîlançoya xebata wan heta sala 2005. ji 10 malê Êzîdîya 2 mal man û ji 20 hezar endam 750 endam girêdayê vê sazîyê man.

Lê sikir ji xwedê ku Êzîdî ne bi hêvîya van kesan ve man, Êzîdîya dest bi vekirina mala kirin. Niha bajarên Elmanya ên ku malên Êzîdîya hene evin, Mala Êzidiya Celle, Pilatforma Êzîdîya Celle, Mala Êzîdîya Bergen, Mala Êzîdîya Berlin, Mala Êzîdîya Gießen, Kanîya sipî Bielefeld, Mala Êzîdîya Oldenburg, Mala Êzîdîya Sülingen, Mala Êzîdîya Leer, Mala Êzîdîya Sende, Mala Êzîdîya Emmerich, Mala Êzîdîya Wesel û Mala Êzîdîya Gronau.

Niha 13 malê Êzîdîya hene tevahîya endamên van mala, ligorî agahdarîyên rêvebirîya malên Êzîdîya biqasî 17 hezar endam hene.

Xwendevanên hêja, di nav van 13 malên Êzîdîyan de tenê 2 mal ku nêzîkî 750 endamên herdu mala hene, endamên FKÊ ne. Mala Êzîdîya Celle û Mala Êzîdîya Emmerich. 11 Malên din ên Êzîdîya ti alaqa wan bi FKÊ re tuneye û bi heqî rêvebirîya FKÊ ku ji ên wek, Serhan Cengiz (Cemîl), Elî Saçik, Hincur Xebat Axirman û Fendî pêk tê qebul nakin.

xwendevanên hêja ka werin em van kesa ji nêzîk ve nas bikin. Diserîde gava mirov li karê wanî 11 sala binerê, mirov digihê kanaatekê ku mirov bêjê, ti alaka van kesa ji dur û nêzîk ve bi civaka Êzidi re tuneye. Di xebatên van kesade tistê herî balkes derdikeve berçavê mirov, yekemîn xebata ji bo menfaatê seqsîye, ya duemîn sarkirana Civaka Êzidi ji Tevgera Netewî û welatê wane. Ev ne tenê bahwerî û çavnêrîya mina her viha nerîn bi hezara mirovên ji civaka Êzidine.

Çiqas xebatê ji bo Êzîdatîyê têne kirin ku xwilamtîya FKÊ kabul nakin, dibin armanca hêrîsên rêvebirîya FKÊ. Ji bo ku ev sazîyên Êzîdîya di xebatên xwede biser nekevin tistê ku ji destê wan tê dikin. Tistê herî balkês, van astengîyê ku dikin liser navê sazîyên Kurdistanî dikin. Û dibêjin ku ev xwestek ji alîyên wan ve tê. (di nava civakê de wiha tê fahm kirin) jiber vê yekê jî civaka Êzidi ji Tevgera Netewî û welatên wan dilsar dikin.

Ya herî balkês, di vê dema dawîde ên weke Serhên Cengiz (Cemil)ku serokê FKÊ´ye, Hincur Xebat Axirman, Alî Saçik û Fendî xwestin ku vê dijminatîya li hember sazbuna Êzîdîya di çapemenîya Kurd´de bikin. (nehêlin ku nuçe di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîya de bêne wesandin) ev yek ji alîyê serokê FKÊ Serhan Cengîz ji min re hate gotin. Alî Saçik û Fendî jî tevlî wî bun. Jiber vê yekê jî min xwe berpirsyar dît ku ez nivîsek wiha binivîsim û civaka Êzîdî di vî derbarîde agahdar bikim.

Xwendevanên hêja hun dizanin ku ez Rojnamevanekî ji civaka Êzîdî me û bi salaye di nav çapemenîya Kurd û Elmande xebatê dikim. Û min gelek nivîs bi teybetî di derbarê civaka Êzîdîde nivîsêne. Heta ji min hatîye min hewl daye ku ez nivîsê xwe bê alî û objektif binivîsim. Cara herî dawî ku evan kesên xwestin bibin asteng, da ku ez nuça di derbarên kar û xebatên malên Êzîdîya de nenivîsim. di Kongra Mala Êzîdîya Celle debu. evan kesan, gotin ku jiber ku ez nuça di derbarê kar û xebatên malên Êzîdîyan de dinivîsim, ew naxwazin ku ez nuça di derbarê wande binivîsim.

Tistê ku herî min xemgîn dike, ligel dijberîya van kesa li hember sazbuna civaka Êzîdî de, dîsa liser navê hemu sazîyên Êzîdîya daxwîyanîya didin, lê deng ji tu sazîyên Êzîdîya nayê. Banga min ji rêvebirîya hemu malên Êzîdîya re, ku li mafên xwe xwedî derkevin û derfetê nedin tu kesî ku beyî wan liser navên wan ti daxwîyanîya bibin.

BANG: Xwesteka min ji hemu revebirên malên Êzîdîyan re, çiqasî bi dev ji min re hatibê gotin jî, heger hun di derbarê alaqa xwe bi FKÊ bi nivîskî ji min re binivîsînin ezê gelekî dilsad bibim.