Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
WEB HOSTING
Gotina Êzî çîye? û Êzîd çîye? Gotina Êzî bi mahna Êzîd li herêma Wêransarê tê gotin. jiber dijberîya misilmanê li herêmê suna gotina Êzîd (Êzîdê sor) Êzî hatîya bikaranîn weke gotina "em êzîne"û bi vê jî hatî hewldan ku nerazîbuna misilmanê herêmê di hember civaka Êzîdî û gotina Êzîdatîyê 'Êzîd' de, bê kêm kirin...!
Link
www.ezidi.com
www.bexsi.de
www.kiwex.com
www.lalish.de
AZADÎYAWELAT
GÜNDEM

NIVÎSÊN Bexşî GÜNAY

Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele

"MIN LI KU DA, DENG JI KU DERKET "

Xwendevanên hêja, sernivîsa min, gotina mirovekî Qereçîye. Belkî nivşê sisêya vê gotinê nasnekê, lê ên din gelek cara ev gotin bihîstina.

Gava malake Qereçî bihate gundekî, gundîyê wî gundî jibo dengbêjî û pêkenokê wan diçun cem wan. Carekê civata gundîya li cem, ê qereçî geriya ye û tevahîya civatê li benda destpêkirina kemaça, ê Qereçî e. Ê qereçî, xwest kemaça xwe sererast bikê, heyala wî ku li hemberî wî runishtî bu, ba ji berçû. Wî jî got, „min li ku da, deng ji ku derket“ ne „îcar“, vêca, mesela reêvebirîya FKÊ jî eve.

Kesên di rêvebirîya FKÊ cih digrin, pesnê Welatparêzîya xwe didin û bahsa girêdana xwe bi Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan re dikin û çiqasî bi kar û xebatên jibo civaka Êzîdî kirine serbilindin tînin ziman û weke gotina pêşîya “girt bi şîrî bernadê bi pîrî” balona xwe ya Welatparêzîyê bi gotinê wala û ne rast dinepixînin. Û min jî weke hevkarê axa didin xwîya kirin.

Gelê herêma Midyad, Nisêbîn û Hezexê Bexşî Günay, baş nas dikin û çi karî dikê baş dizanin...

Ev kes awqasî ji Êzîdatîyê û Kurdewarîyê durketine, ku fahm nakin ev xebatên min li Nisêbîn, Midyad û Hezexê jibo çi hatina kirin û haqîqata wê çîya, jiber vê yekê jî, bê kontrol di axivin.

Gelo ev kes, dizanin mahna KONFEDERALIZMÊ çîye?

Başe heger em van kesa, weke ku xwe didin xwîya kirin qabulbikin.

Ez pir meraqa dikim. Gava ku Shêredîn û heyala wî Newroz hatin qatil kirin û jibo ku qatilê wan derêxê holê Bexşî Günay kefenê xwe kir destê xwe û çu Nisêbîn û Midyadê û bi heftîya Di Rojnama “ÖZGÜR POLITIKA”´da nuçe nivîsandin û agahdarî dan Medya TV,

ev kes li ku bun û çi dikirin?

Gava ku bi roja, Bexşî Günay, liser Alî Agirman û Resho Yaldiz, lêkolîn kir û nuçe nivîsandin û hêjî berdewan dikê.

van kesa çi dikirin û li ku bun?

Gava ku li Gundê Kîwexê, Şerefa Êzîdîya kiribun bin linga (Navê gundê Êzîdîya kiribun islam köyü û camî di gund de avakiribun) û gundîyê gundê Kîwexê dihatin tehdît kirin û hîn jî tên tehdît kirin, Bexşî Günay, dengê wan gihîjan Ewrupa.

Qaşo rêvebir û serokên sazîya Êzîdîya bun, wî wextî li kuderê bun û çi dikirin?

Gava warê Êzîdîya hate şewitandin û Bexşî Günay, bi lezgînî xwe gihand cihê buryarê û cîhan pê hisan.

Qaşo rêvebir û serokên sazîya Êzîdîya bun, wî wextî li kuderê bun û çi dikirin?

Qaşo rêvebir û serokên sazîya Êzîdîya ne, lê di nivîsên ku ên Serhan Cemîl (Serhan Cengiz) kirina maşik ji xwere û nivîsa liser navê wî nivîsin ku ti haqaret û gotin namînê ji Êzîdîya re, divan nivîsa de nayê gotin tunene.

Eve xwedî derketina li rumeta civaka Êzîdî û karê rêvebirîya FKÊ?

rêvebir û serokên FKÊ, xwe gelekî bi akil dibînin û wiha dibêjin

“Eger mirovên weke Bexşi Gunay, me weke maşika destê Bizava Rizgarixwaz a Gelê Kurd nîşan bidin jî, em bi vê yekê serbilind in. Ji ber ku em, bi malbat û rêxistinên xwe ve, tenê ji bo Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê re dibin maşik. Ji ber ku em, malbata me û rêxisitinên me parçeyek ji Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd in. ÎCAR em ne maşika destên wan in, em parçeyek ji dil û mêjiyê wan in. Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê jî ji bo serkeftin û rumeta Ola Ezdî gavên dîrokî û pesindarî avêtine. Em jî, bi sazî û dezgehên xwe ve palê vê tevgerê ne.

Bila Bexşî û kesên mîna wî dizanibin ku Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd em bi xwe ne”

Xwezî ku ev tiştên hun dibêjin rast buya. Lê mixabin tenê di gotinêde wihaye.

birêzan, ev tishtê ku hun dibêjin divîbu wilo (wisa) bu a. Lê mixabin we, bi hamalê xwe beruvajîyê vê kirîye.

Ên ku jiber bi kurdi axivîn, zimanê wan hatin jêkirin, ên ku jiber kincê Kurdî girêdabun li kolanê bajaranda haqaret li wan hat kirin Êzîdîne.

Lê mixabin ên weke we bun kurm û ketin nav dara tifaqa civaka Êzîdî û dara welatparêzîya civaka Êzîdî.

Hun bahsa girêdana xwe, bi Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan û bi Serokatîya Netewa Kurd ra dikin. Lê gelekî balkêşe, di xebatên wede mirov her tim rastî beruvajîyê vê te.

Divê em vê çawa fahm bikin?

Di serîde ên ku Serokatîya Netewî radestî, dewleta tirk kirin nevîyê “Selahedînî Eyüb-î û Îdrîs-î Bidlîsî ne” ên ku bagera xîyanetê li Ewrupa di hemberî Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan gerandin û derbasî Qandîlê kirin ewin. Lê şikir Xaka Kurdistanê Pîroz, rê neda gera bayê xîyanetê û li Qandîlê dîwarê ji mifrik û pola li Pêşîya bayê xîyanetê hate ava kirin. Lê mixabin li Ewrupa ev ba buye bablisok û hîn digere. Û ên weke we bi zanîn an bi nezanî, bi gerandina çerxa bagerê tevlî van kesa dibin.

Çawa?

Bagera jibo azadîya Kurdistan ku li Ewrupa dihat gerandin, ez karim bêjim ku 80% hêrza civaka Êzîdîdî bu. Û weke ku min li jorî jî got, dara Welat parêzîyê a Civaka Êzîdî pir geş û mezin bu.

Lê belê ên wek we, ku balona xwe ya welatparêzîyê bi derewe di nepixînin, bun kurm û ketin nava dara welatparezîya Civaka Êzîdî û tifaqa ku hatî ava kirin.

jibona ku em Welatparêzî û dilpakijîya rêvebir û serokên FKÊ baş fahm bikin, em hinekî bi şunda herin.

û em binerin bê rêvebir û serokên FKÊ çi Welatparezî kirine, çi fêda wan daye civaka Êzîdî û çiqasî bi Serokatîya Netewî ve girêdayî ne...

11 Malên Êzîdîya hatibun ava kirin û ev her 11 mal Girêdayî FKÊ bun. Niha çend mal girêdayê vê sazîyê mana?

Ji 11 mala 2 mal hiştin. Lê şikir avakirina sazîyên civaka Êzîdî bi hêvîya ên weke rêvebir û serokên FKÊ ve nema û niha 13 Malên Êzîdîya hatine avakirin.

Ev her 13 mal tevlî herdu malê girêdayî FKÊ, tevlî HEWKARÎYA KOMELÊN ÊZÎDÎYA LI ELMANYA bun...!

Niha ti malên girêdayî FKÊ nemane. Ev kes, şerm nakin ku bahsa Sazîyê, bahsa civaka Êzîdî ku girêdayî wan dikin û xwe wek serok û rêvebir dibînin?

Ji 20 hezar endam niha çiqas endamê we hene?

4 endamê we hene ne wiloye (wisa)?

ew jî dîyare kine..!

Welatparêzî û dilsözîya bi civaka Êzîdî re eve?

Lê ez bahwerim licem van kesa, hemu beruvajîye...!

Qaşo rêvebir û serokên Welatparêzin heta niha we çiqas mirov nêzîkî Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan kirine?

Ez bêjim ne yek....!

Qaşo rêvebir û serokên Welatparêzin, heta niha we çiqas mirov ji Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan dur kirine?

Bi 10 hezaran....!

Qaşo rêvebir û serokên, gelo jibo ku têkilî di navbera rewşenbîrên Kurd de, bi teybetî civaka Êzîdî de çêbibin we çi xebat kirîye?

Gelo serê van kesa, têra rêvebirîya sazî û civakê dikê?

Eger rêvebirîya sazîyekê haqaretê li civaka xwe bikê, ev mirov çiqasî tê gihiştîne?

Gava ku rojnamevanek sazîyekê rexne bikê û rêvebirîya wê sazîyê rabê di hember wî rojnamevanîde dest bi qulpa, bêbextîya, bextreşîya û haqareta bikê, ev mirov wê karibin çiqasî rêberîyê ji civakê re bikin?

Ev kes bahsa malbatên xwe dikin.

jiber ku ev kes xwebatên çewt û ne lirê kirine û ev xebatên xwe kirine mal ji Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan re, roj bi roj civaka Êzîdî ji Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan hate durxistin. Û ev gotin jibo Malbatên wan jî, derbasdibe.

Ev kes çiqasî di karê xwede semîmîne?

Birêzan, ev gotina ku we gotîye “Di nava karên Bizava Rizgarîxwaz a Gelê Kurd de karûbar –bi profesyonelî- tê kirin.”

Hun bahsa wî karî dikin?

Rastîjî ez we pîroz dikim, hun karekî pir profesiyonalî dikin. Jiber ku ên weke rêvebirîya “yenî özgür politika” hun pir baş dikarin bixapînin.

Kî dizanê belkî hun û ew tevd dizê deverkêne?

Çima?

Jiber ku di şexsîyeta Bexşî Günay´de bi dehan Abone hatin betalkirin, wê hîn bên betal kirin û bi seda xwendevana dev ji xwendina rojnama “yeni özgür politika berda û wê berdin.

Ev karê ku hun dikin, xizmetê ji kêr dikê?

Divirde kî xizmetê, ji fermandarê ku 72 fermanê bixwîn liserê civaka Êzîdî rakirin, ji qatilê Gelîyê Zîlan, Zozanê Şerefdînê, Sura Amedê, Şingalê, Musilê, Şêredîn û Newroz Sîncar, Reşo Yaldiz, Alî Axirman, Derweş Sewgat dikê divirde pir baş dîyardibe.

Rêvebirîya FKÊ ku Serhan Cengiz dikin maşik ji xwere û nivîsa liser navê wî dinivîsen, yanî îcar, wiha dibêjin”Car din ne dereng e. Bexşî Günay dikarê ji gelê Kurd, rêxistinên civaka Êzdî bexişandina (lêbûrina) xwe bixwazê û di nava eniya Rizgarîxwaz a gelê Kurd de cihê xwe bigirê”

Careka din gotina,”de werin van kera di wî borî re derbas kin” bi min dan gotin.

Enîya rizgarîya ku hun dinavde cih digrin, ku xizmetê ji dijminê koka ola Êzîdatîyê û kurdewarîyê dikê?

Na liwe pîrozbê...!

Bexşî Günay, berî 20 sala cihê xwe girtîye û dilê wî li çiyayê Kurdistanê e ku rihê xwe ji kanîya zimzim distînin, ne li Ewrupa virokeye....!

Gelê Kurd û Civaka Êzîdî baş dizanê ki divê Bexişandina xwe ji wan bixwazê.

Hey hun havalbendê osê û şemo û en din. nevîyê Selahadîn-î Eyub-î û Idris-î Bidlis-î we bivirê xwe vêcarê li latê xist. Ew leystikê ku bi salaye we dinav welatparêzên Kurd û civaka Êzîdî de li Ewrupa meşand û hînjî dimeşînin. Û we bi seda welatparêzên dilsoz ji Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan dur kir û bi dehan Rewşembîr û Rojnamevanên Kurd bê deng kirin. Ew diravên ku Welatparêzên Kurd û civaka Êzîdî ji devê zarokên xwe kêm kirin, ku Şoreşa Rizgarîya Netewa Kurdistan bi herz bibê radestî we kirin û we kefî sefa kir.

Hunê nikaribin Bexşî Günay, bêdeng bikin..

Jiber ku Bexşî GÜNAY herê ku, li kuderê bê û bi kêre bi axivê , li Hewlêr, nevîyê Mahmudî Êzîdî, li Musilê nevîyê Êzîdî Mîrza´ye, li Paytexta Kurdistanê Amedê mirîdê Şêx Mîrzayê Akosîy e. Li Silêmanîyê birê Hiseynê Bavê Şêx e, li Qandîlê birê Zekî Şingalî e, li gelîyê Zîlan nevîyê Cengîr Axa ye, li Sêwasê endamê qewmê Çol Begê ye, li Çêwlik serê çiya yê Şerfedîne, şervanê Şerfedîn e, li serê çiya ê Sîpanê, şitla evîna Sîyamed û Xecê e, li Şingalê gurzê azadîyê li hember Firîq Paşa ye, li Cizîrê qîrêna zar û zêçê Êzîdîya jiber zilm û zora Mîr Bedirxana û Êzdîn şêraye, li Navenda Bagokê nevîyê Şihabî Pol e, li deşta Riha e mirtala destê Derwêşê Avdî e, li Qamişloka rengîn birê Sebrî û Nezîr e, li Nisêbînê, hawara Şêredîn û Newroz e, birayê Reşo Yaldiz û Hamar Tel e, li Hezexê Birê Harun, Alîcan, Hayat Günay û Nezamedin Günay, li Midyadê birê Alî Ay, Durmez Günay, Alî Axirmana e, li Elihê, Nevîyê Mirzikê Zaza ye, li Ridwana Bavê Temo şahidê çemê Ridwanê ye, birê Alî Agal, Binevş Agal, Behîye Yasît e, li Wêranşahrê, birê Derweş Sawgat û Avdo Sewgat e, li Ewrupa jî şagirtîyê Serokê Netewa Kurd Serok Apo e.

Û hun kine?

Maşika destê nevîyê “Selahedîn-î Eyub-î û îdris-î Bidlisî......!