Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
WEB HOSTING
Gotina Êzî çîye? û Êzîd çîye? Gotina Êzî bi mahna Êzîd li herêma Wêransarê tê gotin. jiber dijberîya misilmanê li herêmê suna gotina Êzîd (Êzîdê sor) Êzî hatîya bikaranîn weke gotina "em êzîne"û bi vê jî hatî hewldan ku nerazîbuna misilmanê herêmê di hember civaka Êzîdî û gotina Êzîdatîyê 'Êzîd' de, bê kêm kirin...!
Link
www.ezidi.com
www.bexsi.de
www.kiwex.com
www.lalish.de
AZADÎYAWELAT
GÜNDEM

NIVÎSÊN Bexşî GÜNAY

Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´yan bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele
Tawis-î Melek´in izinde
Bexsi GÜNAY

bexsi_guenay@ezidi.com

Gelo ezê çi ji FKÊ´yan bixwazim?

Birêz Nedîm Erkish,

gava ku min besha yekemîn ya nivîsa we xwend tevlî hinek nihaqîyên ku we nivîsîbun jî, rexnê we ez gelekî kêfxwesh kiribum. Lê mixabin nezanîyê konê xwe liser me danîye. Ev jî bi besha nivîsa we ya duemîde hate xwîya kirin.

Bi sernivîsek puç û vala û weke pêkenokê we nivîsek nivîsîye. Bexsî GÜNAY doza çi li FKÊ´yan dikê?

Gelo ezê çi ji FKÊ´yan bixazim?

Mal û milk, ritbên mezin an ya herî balkêsh akilmendîyê?

Xwesteka min ji hemu Rêxistinê civaka Êzîdî heye, ku xwedî li mafê civaka Êzîdî derkevin û jibo ku civaka Êzîdî, dinav cîhana peshketîde cihê xwe bigrê xebatên xwe bê navber berdewambikin.

Lê ez ne bahwerim ku hun biqasî ku fahm bikin têgihishtîbin.

Ji xwe ez ticara di derbarê nivîsên wede jî, gazinca ji we nakim.

Jiber ku we, ji shuna Federasîyona Komelên Êzîdîya, we di hemelên xweda da xwîyakirin ku buya Federasîyona dijberên Êzîdîya.

Êzîdîyek ku shashîtîyê we bêjê, hun dikevin nav panîkê û hêrîsh dikin.

ligorî agahdarîyên min nuçê rast bu. jiber ku Komalên ku bun endamê HEVKARÎYE, çênabe ku weke endamê FKÊ bimînin. Heger ligorî we, ev agahdarî shash bu we dikarîbu, jibo serrastkirin nuçê ji min re binivîsînin. ew shashî wê bihata serrastkirin û wê pêwistî bi nivîsek weha ku we nivîsî nedima. û vê bê hizurtîyê wê berdewam nekire.

Birêz Nedim, ev neziki 14 salayê ku hun kar û xebatê dinav rêxistinada dikin. we gelek bername di TV amade kirin. hin hun nizanin çawa nuçe tên serrast kirin? anjî xêrnexwazîya di dilê wede jibo civaka Êzîdî nehisht?

an jî, hun zêde jibin xwe shilin, heta ku hun dikevin nav panîkek bi vî shiklî?

Serokê we jî, di nivîsê xwede xwe weke welatparêzê herîmezin da xwîya kirin.

û bahsa qatilê gelek welatparêza û lehengê Êzîdî weke Alî Agirman, Shêredin û heyala wî Newroz Sancar û Reshît Yaldiz dikir û ez weke hevalbendê wan cerdevana didam xwîya kirin.

Çiqasî kar û xebatên min di derbarên lêkolîna liser qetilkirina van lehenga de, hatibê zanîn jî.

Hinek kurdên derwîn jî, weke ên kolana denxwe tevlî ên serokê we kirin. Û kirin ku gotina welatparêzîyê, Kurdîtîyê û Kurdewarîyê liberçavê min resh bu. Ne tenê liber çavên min, liber çavên bi hezara Êzîdîya resh kirin.

Nihajî derket holê ku ên, li pey axa û cerdevana dimeshin û hertim destê wan di kurika wandaye serokê we û malbata xwene. Ew axa û cerdevanê ku lipey dimeshin jî, qatilê bi dehan welatparêzên Kurd û Ali Agirman, Shêredîn û heyala wî Newroz Sancar û Reshit Yaldiz bi xweye.

ez xwazim divirde nerîna xwe bêjim; ji xwe di suka Midyad´ê, Nisêbîn, Hezex, Wêranshar û Batman´ê de ne layîqe ku mirovekî Êzîdî dest xwe, li destê mirova bixê û silava negrê. Ya din jî, heger ew kes bi netewa xwere rastbê, girêdana wî bi shehîd û shoreshgerên wî re habê û bi vî rihî bi axa û cerdevana re bi axivê û nîqashê bikê, ez karekî pîroz dibînim.

mebesta min ewe ku, kesekî ku gava mirovekî kir shash dibîne, çima jibo malbata xwe vêshashîyê nabînê? divirde rastî û xwahrîya mirova derdikeve holê.

Vêce, ez ji we dipirsim hun doza çi li civaka Êzîdî dikin?

we û serokê xwe rolê xwe guherandin? Birêz Nedim?!

hun bahsa nivîsên shash û nuçê beruvajî dikin û bahsa haqaretê dikin.

Bi van gotinên xwe hun divirde çiqasî bi civaka Êzîdî re rastin û hun çiqasî rastîyê dibêjin?

Heya niha min hun weke dilxwaz, dilsoz û dilshawatê civaka Êzîdî didît. Lê di civîna Bielefel de, wejî ruwê xweyî rast da xwîya kirin.

Ligorî çavnêrî û Bahwerîya min, xwestina we ya tevlîbuna Hevkarîya Mal û Komelen Êzîdîya, ne jibo hêrzkirina hevgirtina civaka Êzîdî dibin navê HEVKARÎYÊ deye. beruvajîyê ve jibo bê hêrzkirin û jihev belakirina HEVKARÎYÊ e.

Gotinên we, ku we di civîna Bielefelde gotin, nêta dilê we bash da xwîyakirin. Dîsa jî, jibo TIFAQA civaka Êzîdî min ew tewra we, bi hêvîya serraskirina wan shashîyê we, di pêsherojêde ne nivîsî û shîrove nekir.

Hun dibêjin ku we gotîye, ku Komelên girêdayê FKÊ dikarin bibin endamê HEVKARÎYÊ jî.

Hevkarîya Mal û Komelên Êzîdîya

Federasiyona Komelên Êzîdîya

Divê ev çawa bê fahm kirin?

Min bixwe gelekî bash fahm kir û ez bahwerim HEVKARÎYÊ jî ev bash fahm kirîye.!

Hun bivan gotinê xwe dixwazin kê bi xapînin?

Malên ku girêdayê FKÊ wê di nava HEVKARÎYE debin. Da, di derhaqa kar û xebatên HEVKARÎYÊ de agahdarîya bidin FKÊ?

Gava Konseptek (Projeyek) ji alîyên HEVKAR Î Y Ê ve hate amadekirin, wê raghînin FKÊ û hunjî weke ku Konsepta weye Propaganda xwe bikin. Ne wiloye?

Ev yek, bi Konsepta ku ji alîyê Mala Êzîdîya li Berlin, di derbarê çuwina ber Lalisha Nuranî dê, jibo HEVKARÎYÊ amade kiribu bash hat fahm kirin, Ku hun çima dixwazin bikevin nav HEVKARÎYÊ.

Ji xwe hun hînî ku keda mirovên din weke ya xwe bidin xwîya kirin bune. Ev jî di nuçê derbarê Mala Êzîdîya Celle de gelekî vekirî xwîya dikê.

Di hemu Kongrê Mala Êzîdîya Celle de, kar û xebatê Serokê malê Birêz Salih Yalti û hevalê xwe ku, shev û roja xwe dikirin yek û dixebitîn. Serkeftinê ku bi dest xistin.

Çiqasî hun weke FKÊ ne dinav vê xebatê jî debun, liser navê FKÊ we Kongrê dikir destê xwe û weke ku evqa xebat we kirîya we da xwîya kirin. Û serokê we ku tenê wê rojê hatibu Mala Êzîdîya Celle keda wan mirovê dilsoz û pakij weke ya xwe di çapemenîyêde didê xwîya kirin.

Qey ev heqîye? Hun doza çi liwan mirova dikin?

Daxwazîyek min ji we heye, ku hun destê xwe ji kurika civaka Êzîdî derêxin û bela xwe ji Êzîdîya vekin. Bi van tewrê xwe, hun dilê wan mirovê ku bi dil û can ji qewmê xwere di xebitin, dilê wan ji kar û xebatên wan sar dikin.

Ez vê jî, ji were bêjim, pêwistîya HEVKARÎYÊ bi aqilmendîya min û ên wek we tuneye. Civaka Êzîdî êdî hun gelekî bash naskirine. Û ez ne di wê bahwerîyê deme, ku bi vî serê xwe karibin bikevin nava HEVKARÎYÊ. Kesên dinav HEVKARÎYÊ de, kesên ku dilê wan jibo hevgirtin, hêrzbun û Tifaqa civaka Êzîdî di tavêjine. Kesê dilsoz û Zanene. Hunê ticara nikaribin wan ji rê bibin.

Bexsî Günay,heta niha ticara nebuya bar û pishtî ji civaka Êzîdî re û wê ji niha û shunda jî nebê.

Hun bahsa Reshbun, demogojî û çewtîya dikin. Li kudera cihana pêshketî hatî dîtin ku, Serokê Rexistin anjî Sazîyekê haqaret li gelê xwe an civaka xwe kirîye? Li kuderê, we dîtîya ku serokê rêxistinekê haqaret li Rojnamevanekî anjî rewshenbirekî xwe kirîye?

Birêz Nedim, samimiyetîya we û hun çiqasî rastîyê dishopînin di vê nivîsa wede pir bash tê xwîyakirin.

Heger hun rastbuna, we yê di nivîsa xwede bahsa haqareta serokê xwe di derhaqa civaka Êzîdî û min de kirîye jî, binivîsande.

Lê ew gotina shuna kilkirina çava, wê çav bên derêxistin, gelekî li bejna we tê.!

Hun derzîya çavê xelkê dibînin, lê hun shujina çavê xwe nabînin.

Hun bahsa min û dijminatîya li hember Xebatkarên FKÊ dikin. Û dibêjin siba wê jibo HEVKARÎYÊ jî vê yekê bikê.

Ez xwazim ji were vê bêjim, berçavka ku liber çavê we ku rexna dijminatî û pêshnîyara jî haqaret dibîne, liber çavên Kedkarên HEVKARÎ e, tuneye.

Jiber vê dijberî, xapandin û dijminatîya Rêvebirên FKÊ di hember civaka Êzîdîde, wê hemu derîyên malbatên civaka Êzîdî dilsoz û fedekar liber we bên girtin. Divê hun êdî vê bash zanibin ku civaka Êzîdî ne weke berêyê û ne bê herz û qewete. Û ev kurmên darê edî hew dikarin bikevin nav dara hevgirtin û TIFAQA civaka Êzîdî.

Birêz Nedim, hun bahsa arz xwestinê dikin, ligorî bahwerîya we gelo arz xwestin çîye? Û ji kê tê xwestin?

Jiber vê yekê, heger hun bixwazin ku ez dijberî û xapandina we ku bi salaye li hember civaka Êzîdî kirîye, hin behtir derxînim ber ronahîyê, hun dikarin daxwîyanîyê bi vî shiklî berdewam bikin.

Ez xwazim bahsa mînakekê ji jîyanê bikim gava dawîya jîyana mîroyê tê per pêve çêdibe û edî dibe erîshkar

ya bash çibê wê ji xwere bikin..!