Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
WEB HOSTING
Gotina Êzî çîye? û Êzîd çîye? Gotina Êzî bi mahna Êzîd li herêma Wêransarê tê gotin. jiber dijberîya misilmanê li herêmê suna gotina Êzîd (Êzîdê sor) Êzî hatîya bikaranîn weke gotina "em êzîne"û bi vê jî hatî hewldan ku nerazîbuna misilmanê herêmê di hember civaka Êzîdî û gotina Êzîdatîyê 'Êzîd' de, bê kêm kirin...!
Bexsi GÜNAY

bexsi_guenay@ezidi.com

Pisîk çima nankor e?

Hezjêkirina mirovan di hember lawiran da (heyavanan da) û kedîkirina lawira, berî miladê bi 8 hezar sale. Û çiqasî mirovahî pêshketîye, ev kedîkirin jî, berfireh buya û niha mirov dikarê bêjê ji % 70 ji siklên lawira, ên kadîkirî hene.

Divan salên dawîde, bi teybetî li welatên Kurdistan dagirkirine, ev hezjêkirin çiqa diçê zêde dibê. Li welatêkî weke Tirkîyê ku dev ji mafê mirofên mezin berdin mafên Zaroka, ê jîyanê ji destê wan tê girtin. Gelek mirov dexisin jîyana lawirên kedî. Heta bi deha Komelên Parastina lawiran hatina avakirin.

Ez xwazim divirde du lawirên ku di malêde tên xwedîkirin, mînak bidim xwîya kirin: yek jê Pisîk êdin jî Se (kuçik). Ka werin em cudatîya di navbera Pisîk û Sê, ji nezîkve bisopînin.

Gava mirov ev lawir kedîkirin, li benda wanin, ku çi ji wanra bê gotin bînin cih.

Divirde Se, ne berpirsîyare. Mirov çi dixwazin dikarin bi Sê bikin, lêdixin, küfrîya pê dikin,wî di hember qawmê wîde tînin bikaranîn, çi dixwazin davêjin ber, ew jî dixwe. Yani çi tistê xwedîyê wî dibêje bê sert û merc qabul dike.

Em bên ser Pisîkê. Pisîk bi tevahî beruvajîyê Sê ye. Çi tistê ku xwedîyê wê dibêjê nakê û li benda xwedîyê xweye ku, di hemberê wêde bi awayekî berpirsyar tevhev bigere. Pisîk di hemberê niheqîya xwedîyê xwede, di cihde reakiyonê dê xwîya kirin û li hember nihaqîyê serî radikê. Jiber vê yekê jî kesên ku bixwazin vê lawirê (heyvanê) xwedîbikin divê hemu teybetmendîyên wê nasbikin.

Beruvajîyê vê bê kirin, wêdemê wê gengêsî dinavbera Pisîkê û xwedîyê malêde derkevin. Ligorî bahwerîya min kesên ku Pisîkê bi nankorîyê tarambar dikin, ewan kesa tistek ji pêsweçunê demsedsalî negirtine û ji rihê berxwedanî tistekî fahm nakin.

Divirde Pisîk dibêjê ku " te ez anim mala xwe tu dixwazê min xwedîbikê, lê ez ne pêlîska teme " û dibêjê " ez dixwazim ku em herdu alî jî, ligorî kural û qaîde tevhev bigerin "Pisîk di hember nihakîya xwedîyê xwede, ev berxwedan kirîyê û dikê.

Gelek mirovên nezan ku feqîrê zanyarîya demsedsalêne, jibo çewisandina Pisîkê, yekser êrîsê dibin ser Pisîkê.

Dinava civakên, ku gistîya teybetmendîyên Pisîkê fahmnekirina da, ji Pisîkêre weke nankor ditê gotin.

Gava ku min ev nivîs nivîsî, pêsveçunên dawî en li Kurdistan, Tirkîyê, Eraq, Surye û Îran´ê bi teybetî jî rewsa civaka Êzîdî hate berçavên min. û tistê herî ku min weke Rojnamevanekî ji civaka Êzîdî xemgîn dikê, gotina ku Êzîdî kurdin an na ?  ev gotin bixwe heqaretek mezine ku li civaka Êzîdî tê kirin.

Jiber ku bahwerîya Êzîdatîyê tenê di Kurdistan´ê heye û qawl û beytên ku riknê vê bahwerîyêne, tenê bi Kurdîne. Êzîdatî Bahwerîyek Kurdistanîye û bingeha zimanê Kurdîye. Bahwerîyên din, çêdibin ku Ereb, Tirk an Hecem bin, lê ji civaka Êzîdî re ev gotin bê rikin û rêye.

Jiber vê yekê, divê ne tenê kesên ku, civaka Êzîdî weke ne Kurd dibînin, bên rexnekirin û dijberî wan bê derketin. Li gorî bahwerîya min, heger gotinek bi vî awayî derketibê holê, jiber qalsîya kar û xebatên Sazî û Rêxistinên Kurdistanî, di derbarên civaka Êzîdî´dene.

Bêyî ku teybetmendîyên pisîkê zanibin, Sazî û Rêxistinên Kurdistanî yekkesên ji civaka Êzîdî ku di konuma pisîkêdene, wan weke kesên nankor didin xwîya kirin. û kesên ku ji teybetmendîyên Pisîkê fahm nakin û xwe nêzîkî Sê dibînin, dikin xwedî gotin û qedir. Bi vê yekê jî civaka Êzîdî ku, bingeha çend û Hunera gelê Kurdin, sahidê dîroka Kurdistanê zindîne û Kurdê Resen´in, di derbarên rastîya Sazî û Rêxistinê Kurdistanî bi civaka Êzîdî re dikê nav gomana û bahwerîya civaka Êzîdî li Sazî û Rêxistinên Kurdistanî qels dikê.

Dibê sebeba resbuna gotina Welatparêzîyê, Kurdîtî û Kurdewarîyê, liber çavên Civaka Êzîdî.

Ev gotina min jibo hemu Sazî, û Rêxistinê Kurdistanî, li Bakur, Basur, Rojhilat û Basurêrojava Kurdistanê derbasdibe.

Êdî zikê civaka Êzîdî ji wan gotinên kilasîk û tenê di teorîyêde dimînin têre. Divê ku gotinê Sazî û Rêxistinên Kurdistanî êdî di piratîkê de bê xwîya kirin.

Divirde ez xwazim gotina pêsîya ji qahra xwe avêtin bahra' bînim bîra we.

Ez hevîdarim ku Sazî û Rêxistinên Kurdistanî wê van sasîya bibînin û xwedî li kanîya Paqiz ya mitolojîya Kurda derkevin. Jiber ku ev gotin çiqasî ji qahra Sazî û Rêxistinê Kurdistanî jî, bê gotin. Jibo herdu alîya jî, ruresîyek mezine.

Jiber vê yekê, divê Sazî û Rêxistinê Kurdistanî, bi teybetî wan kesên ji civaka Êzîdî dinav wande xebatê dikin û di rola Se û Pisîkê dene jihev cuda bikin.

Jiber ku, ên zerarê dibînin, ne ew kesên ku, ji Pisîkê re dibêjin nankore, kanîya paqij ya Mitolojîya netewa Kurd dibîne.

Ew kesên ku ji Pisîkê re dibêjin nankore, ew kesen ku ji teybetmendîyên pisîkê fahm nakin û xwe nezîkî Se, dibînin.

Divirde banga min, jibo hemu Sazî û Rêxistin, Serok û Rêberên Kurda, ku dilê wan jibo Kurd û Kurdistanê davêjê; Rêxistinek ya civaka Êzîdî bi rêk û pêk wê behtir xizmetê ji, bingeha çend û Hunera gelê Kurd, sahidê dîroka Kurdistanê zindî û Kurdê Resen´re bikê û ev yek wê bibê minasebeta gavê lezgîn jibo Kurdistan´ek serbixwe û azad. Xwedîderketinek bi vî, rengî, wê di qada sîyaseta navnetewîde jibo doza Kurd û Kurdistanê, rolek pozitif bileyîzê.

Jiber vê yekê, divê bi awayekî lezgînî suna Sê, pistgirîya Pisîkê bê kirin. çêdibe ku sibe gelekî derengbê. û Se wê nikaribe tu kesî, ji pelên res, ên dirokê azad bikin.

Kurdî Deutsch Türkçe
SERRÛPEL
NUÇE
AGAHDARÎ
HEVPEYVÎN
ÊZÎDATÎ
LEKOLÎN
NIVÎSKAR
WARÊ ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER

RÊXISTINÊN ÊZÎDÎYA

NAVDARÊN ÊZÎDÎYA

TÊKILÎ-KONTAKT
LÎNK
NIVÎSÊN BEXSÎ GÜNAY
Tawıs-î Melek´ın Îzinde (1)
Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele