Pêshîmam Îsmaîl Denîz mir mir..!

Hun bixêr hatin www.ezidi.de Willkommen in ezidi.de info@ezidi.de
ARŞÎV

Kurmancî an Êzîdkî

Bexşî Günay / Hezîran 2008 bexsi_guenay@hotmail.com anjî bexsi_guenay@ezidi.com

Di vê pêvajoya nude, di navbera nivîkarên Kurd´de, nîqaşên liser zaravên Kurdî ten kirin. Jibo min balkeşîya mezin xwedî derketina zarava ku nav hatî guhertina, Kurmancî e. Tiştê herî ku min matmayî dihêlê jî, gotina kurmancî e. Ev gotin kengî û ji alîyê keve hatî gotin, jibo kê hatîye gotin? kesek dabaşê liser nakê û heqîqata navê vê zaravê çîye kesek nayînê ziman.

Di hember van nîqaşanda kesên xwe weke rewşembîrê Êzîdîya didin xwîyakirin jî, weke ku di hember gotina Êzîdî Zerdeştîne û komkujîya ku le hember Ermenîya buwî û 300 hezar Êzîdî jî hatibun qatilkirinde bê deng mane, li hember vê niqaşê jî, careka din bêzar man.

Kesek nabêjê ku ev zarava Êzîdkî e.

Gotina Kurm- mec an jî Kurmê- miç gotinek, piştî ku beşek ji Êzîdîya bi zor misilman bun û duvre jî, dan peşîya erebe û birin ser êl û eşîrên Êzîdîya, Êzîdya jibo wan kesan gotina kurmanc anjî kurmê miç (kurmê xerab= kurmê hinkar) bi kar anîna. Ev gotin di civînek ku di navbera Êzîdî û misilmanada (Erebade) jibo lihevkirina aştîyê hatibu çêkirinde, lijna Êzîdîya gotibu ku çênabê ev kurmên miç anjî kurmên heram bi mere runin. Ji wê demê û şunda ereba jî, jibo wan (Kurdên misilmantî kabul kirina) gotina kurmanc bi karanîna.

Rastîyeke din heye, di wê demêde çiqasî herêma Behdînan misilmantî kabul kiribê jî, ticara bi ereba re, hêriş nebirin ser êl û eşîrê Êzîdîya. Lewma jî Êzîdî ji wanra dibêjin behdînî û gotina kurmancîtîyê jibo wê herêmê nehatîya bikaranîn.

Heta îro jî, gava ku Êzidi hêrzdibin, dibêjin „ez ne kurmancê te û bavê teme“ yani gotina kurmanc di nava Êzîdîya de weke gotinek xerab tê qabul kirinê. Lê bê guman ev ne bêtahamulîya yekemîna ku, hinek derdor dibin navê kurdîtîyêde li hember civaka Êzîdî dikin e.

Gava mirov li TV û Rojnamê Kurmanca dinerê mirov rastîya wan dibînê. Jiber ku bi nuçe û dokumenterê çewt di derbarê civaka Êzîdîde bi hevre ketine pêşbirkê. Ev yek gelek cara bi rîya xeşîm, nezan û kesên bê bingeh ên digotinêde Êzîdîne tê kirin. Mînak di bernama bi navê “Welatê me” ku ji Feqîrê Êzîdîya re gotina Sofî bi karanîn û agahdarîyên çewt dan. „Şûnpê“ anjî paşûpê, ku Êzîdî Mîrza bi ewlîya çelebî dan kuştin.

Agahdarîyên beruvajî di derbarên Êzîdîyade ji alîyê TV Kurmancave bi şêweyekî sistematik tê kirin. Lê mixabin temaşevan û xwendevanên Êzîdî, ji fahmkirina haqîqatê durun û xwe konsentrayî gotina Êzîdatîyê kirine. Jibo wan heger gotina Êzîdatîyê hate bikaranîn bese, ev jî xerabîya herî mezin bi xwe û civaka xwe dikin.

Bêtehamulîya di hember gotina Êzîdatîyê de, weke ku min li jor jî got, bi şêweyekî sîstematîk tê kirin, di destpêkêde çiqasî Êzîdatî û Zerdeştî di olên cudabun jî, Êzîdatî bi Zerdeştîyê ve girêdidan.

Di haqîqatêde Êzîdatî oleke ku bahwerîya xwe bi yek xwedayî tînê û tê gotin ku, her mirovekî di xwiliqê bi rihekî pakij dixwiliqê. Di bedena mirovande du hêlîn hene, yek jê hêlîna qancîyê û yek jê jî, ya xerabîyê e. Bi mezinbuna mirovare kijan hêlîn mezin bibê mirov wê bi wê rêde herê. Jiber ku xwedê hiş û fikir daye mirova ku pê karibin rêya qencî û xerabîyê jihev cuda bikin, Xwedê ji qencî û xerabîya mirova ne berpirsyare.

Ev olên din weke zerdeştî û olên semewî (Mesîhî û misilman) bahwerîya xwe bi yek xwedayî nayînin. Li cem wan xwedê qacîyê heye û ê xerabîyê heye. Licem Zerdeştîya xwedê qancîyê Ahura Mazdaye û ê xerabîyê Ahirîman e. Licem mesihîya xwedê qancîyê“Aloho” û licem misilmana xwedê qancîyê “Allah” û ê xerabîyê licem herdu bahwerîya jî SS…. e.

Divirde ez xwazim vê bêjim, heger rewşembîr û zimanzanên Kurd xwe ji rihê kurmancîtîyê durnekin û rihê Kurdewarîyê ji xwere esas negrin wê di pelê dîrokê en reşde weke kalên xwe cihê xwe bigrin. Û divê gotina “kesên haslê xwe înkar bikê xeramê zêdeye” bînin bîra xwe û jibîr nekin.

Le belê ji kesên bi guhre pêşî geleke û ji kerare dahol û zirna hindike. Çiqasî bi xîret û mêrxasên Êzîdîya kêm bubun jî, ez di wê bahwerî deme ku, wê rojbê madî Şerfedîn wê rabê û xort û keçên Êzîdîyan wê hesap ji kesên xêrnexwaz bipirsin. Ez xwazim vê bêjim jibo pêşerojek ronahî, pêwistî bi xebatek, bi rihekî kurdewarî heye, heger beruvazîyê vê bêkirin wê pêşeroja welatê me tarîbê.

Kurdî Deutsch Türkçe
SERRÛPEL
NUÇE
AGAHDARÎ
HEVPEYVÎN
ÊZÎDATÎ
LEKOLÎN
NIVÎSKAR
WARÊ ÊZÎDÎYA
ÇAND û HUNER

RÊXISTINÊN ÊZÎDÎYA

NAVDARÊN ÊZÎDÎYA

TÊKILÎ-KONTAKT
LÎNK
NIVÎSÊN BEXŞÎ GÜNAY
Ew warbu lê ne ew biharbu
Keleha Êzîdxan hate hejandin divê neruxê (2)
Keleha Êzîdxan hate hejandin divê neruxê (1)
Di Rêça Tawis-î Melek´de (3)
Di Rêça Tawis-î Melek´de (2)
Di Rêça Tawis-î Melek´de (1)
Tawıs-î Melek´ın Îzınde (1)
Pisîk çima nankor e?
Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim
Felaketlerimiz ve Qawllerimiz
Min li ku da deng ji ku derket
Werin van kera di vî borîre derbaskin
Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de
Êdî bese
Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele
 
HEGER TU BIXWAZÊ BI RUMET BIJÎ, DIVÊ KU TU DENGÊ XWE BILIND BIKÊ...! JIBÎR MEKE!!!, BÊ DENGÎ MIRINE…!