Sorgûl Êzîdxan / NNÊ Bremen / Elmanya Kanala Televizîyonê, ya binavê “Radio Weser TV” ku Lêkolîner û Rojnamavan Bexşî Günay her Çarşema dawî ya mehê di seat 19:00 bi navê HB TV bernamên çandî, politik, felsefî û magazîn amade û pêşkêşdikê, êdî di internêtêde ji, bi awayekî zindî di navnîşana http://www.radioweser.tv tê temaşakirin. Di derbarê televiziyonê û bernama HB TV´de, Lêkolîner û Rojnamevan Bexşî Günay ev agahdarî dan me.” “ Radio Weser TV”,televizîyoneke ku ji çar Televizîyonê herêmî ên li Elmanya Bakur pêk tê. Bivê minasebetê jî, weşana vê Televizîyonê li zêdetirînê Elmanya Bakur tê temaşekirin. Weke hun dizanin ji destpêka sala 2005 ve ez di vê televizîyonêde bernamên Çandî, felsefî, politik û magazin çêdikim. Di destpêkede bi navê Agir û Roj TV mehê 2 cara û bi vanre jî, min mehê 2 cara bernameyek bi navê Hewal-Nuçe, nuçên ku civaka me alaqadar dikirin pêşkêş dikirin. Lê mixabin jiber karên min zêde bu ez neçar mam ku mehê carakê bernamê amade û pêşkêşbikim. Çiqasî derfetên zêde nebin jî, bi armancekê min bi dest vî karî kir. Bi teybetî danasîna çanda kurdi û civaka Êzîdî, bivêrejî dansîna Hunermendên Êzîdî, jiber ku rastîyek heye televizîyoneke kurda ya netewî nine. Televizîyonê hene jî ên Kurmancane û derîyê van televizîyona ji hunermendên Êzîdî re girtîye. Ya min weke gutinek pêşîya heye dibêjin” runê ji axê civandî” ez dixwazim hunera keç û xortên Êzîdî bidim danasîn û bivê jîö xort û keçên me teşfîkî huner bikim. Bi rîya we ez dixwazim bangekê bikim. Kesên di karên xwede serkeftîbin û bixwazin vê serkeftina xwe bi rêya medya ê, belavbikin bila li me bigerin emê bi kêfxweşî wan bikin mêvanên xwe. Agahdarî: Bernama HB TV ku we di 30.07.2008´de bihata weşandin, jiber pirsgirêkek teknîki wê di 31.07.2008 di seat 19:00´de bê weşandin. Mêvan “Mala Pîra” Hunermend Sertîp û Hunermend Xelef . Çend minak ji demên Bernama HB TV 27.08.2008 24.09.2008 29.10.2008 26.11.2008 hemu bername di seat 19:00´de destpêdikin û di 19:55´de bi dawî dibin. |
|---|
|
|||
|---|---|---|---|
| SERRÛPEL | |||
| NUÇE | |||
| AGAHDARÎ | |||
| HEVPEYVÎN | |||
| ÊZÎDATÎ | |||
| LEKOLÎN | |||
| NIVÎSKAR | |||
| WARÊ ÊZÎDÎYA | |||
| ÇAND û HUNER | |||
RÊXISTINÊN ÊZÎDÎYA |
|||
NAVDARÊN ÊZÎDÎYA |
|||
| TÊKILÎ-KONTAKT | |||
LÎNK |
|||
| NIVÎSÊN BEXŞÎ GÜNAY | |||
| Ew warbu lê ne ew biharbu | |||
| Keleha Êzîdxan hate hejandin divê neruxê (2) | |||
| Keleha Êzîdxan hate hejandin divê neruxê (1) | |||
| Di Rêça Tawis-î Melek´de (3) | |||
| Di Rêça Tawis-î Melek´de (2) | |||
| Di Rêça Tawis-î Melek´de (1) | |||
| Tawıs-î Melek´ın Îzınde (1) | |||
| Pisîk çima nankor e? | |||
| Gelo ezê çi ji FKÊ´ya bixwazim | |||
| Felaketlerimiz ve Qawllerimiz | |||
| Min li ku da deng ji ku derket | |||
| Werin van kera di vî borîre derbaskin | |||
| Bêtehamulîya FKÊ di hember Malên Êzîdîyan de | |||
| Êdî bese | |||
| Warum gewinnen Kinder meist beim Memory -Spiele | |||